Hikumeta Kubayê ragihand ku 32 welatiyên wê di êrişa hêzên DYA ya li ser Venezuelayê hatine kuştin.
Di vê derbarê de Hikumeta Kubayê daxuyaniyek da û got:
Di êrişa sûcdar a ji hêla hikumeta DYA’yê ve li dijî Komara Bolîvarî hate kirin, di dema operasyonên şer de 32 kubayî hatin kuştin.
Tevahî kuştî endamên Hêzên Çekdar ên Şoreşger û Wezareta Karên Hundir a Kubayê bûn .
Hikumeta Kubayê ji ber kuştina 32 welatiyan 2 rojan şîn ragihand.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî ragihandibû :
Di “Operasyona leşkerî ya DYA’yê ya li Caracasê de hejmareke mezin a kubayiyan hatine kuştin.”



