Hikûmeta Kubayê ragihand ku di êrişa Amerîkayê ya li ser Venezuelayê de 32 welatiyên Kubayê mirin.
Hate ragihandin kesên ku mirine leşker û endamên wezareta karên hundirîn bûn.
Hikumeta Kubayê di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de got,
“Di êrişa Amerîkayê ya li dijî Venezuelayê de ku di asta sûc de ye, 32 welatiyên Kubayê di pevçûnan de mirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane, hêzên leşkerî û endamên wezareta karên hundirîn bûn ku li ser daxwaza hikûmeta Venezuelayê li paytext Caracas’ê bûn.
Serok Dewletê Kubayê Miguel Diaz Canel jî derbarê mijarê de daxuyanî da û got,
“Ji bo kesên ku di şerê bi terorîstên bi unîformaya emperyalîst de jiyana xwe ji dest dan li welat 2 roj şîn hatiye ragihandin.
Li aliyê din derbarê hejmara kesên ku di êrişa Amerîkayê de mirine agahiyên zelal tune ye.
Li gorî daneyên saziyên sivîl yên Venezuelayê di operasyonê de 70 kes mirin û nêzî 100 kes jî birîndar bûn.
Trump jî di daxuyaniya ku piştî operasyonê de da, diyar kir ku ti welatiyekî Amerîkayê nemiriye.



