Ehmed El-Şeri li kû ye?
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê dibêje ku roja 30’ê kanûna 2025’an dengê teqînan ji derdora Qesra Seroktiyê ya Şamê hat, lê tu zelalî derneket.
Raporeke Israîlî dibêje ku Artêşa Israîlê hişyariyê dide ku planeke Israîlê ya pêkanîna êrişekê li dijî Ehmed El-Şeri heye.
Malpera Walla ya Israîlî li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê yên Artêşa Israîlê dibêje ku Îran bi hinek aliyan re koordîne dike da ku Ehmed El-Şeri bikin armanc.
Li gor heman malperê, ev agahî di civîneke girtî bi serokariya Wezîrê Parastina Israel Katz pêk hatiye.
Rapor dibêje ku di wê civînê de Israîl biryar daye ku xwe ji herêma Ewlehiyê ya Sûriyê, di nav de Cebel El-Şêx venakişîne.



