Çekdaran li gundê Hekfe yê gundewarê Humsê êrişî dikanekê kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyan çekdarên rûgirtî li erebeyeke siwar bûbûn, gule yekser li dikana Ferhan Marûf reşandin.
Di encamê de Ferhan Marûf, kurê wî Munteceb Marûf û mamosteyê dibistanê Mihemed Şaban hatin kuştin.
Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyê de tundî û sûcên kuştinê û revandinê dewam dikin.



