Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ku di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de li NewYorkê derxistin pêşberî dadehê .
Nicolas Maduro , got ku ew dîlgirtiyekî şer e ku ji mala xwe hatiye revandin.
Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores li New Yorkê derketin pêşberî dadgehê.
Maduro xwe weke “zilamekî durust” û serokê rewa yê welatê xwe pênase kir û ji dadgehê re got:
”DYA’yê ew ji Venezuelayê revandiye, ez dîlgirtiyekî şer im”.
Nicolas Maduro li dadgeha DYE’yê ku bi sûcdariyên narkotîkê tê darizandin.
Dadger biryar da ku rûniştina têkildarî doza Maduro ji bo 17’ê Adarê taloq bike.
Li gorî medya DYA’yê darizandina jûrî dibe ku zêdeyî salekê dewam bike.


