Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 10’an de didome.
Di van 10 rojan de hezar û 203 kes hatin binçavkirin û 29 kes jî hatin kuştin. MIX
Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana raporek li ser bîlançoya 10 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
Rejîma Îranê jî di van 10 rojan de bi şêwazekî tûnd êrişî xwepêşandanan kir.
Xwepêşandan li 257 navçe, 88 bajarok û 27 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn.
Heta niha jî 17 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûn.
Rêxistinê da zanîn ku di nava 10 rojan de 257 xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di van xwepêşandanan de hezar û 203 hatin binçavkirin, 29 kes jî hatin kuştin û 64 jî birîndar bûne.



