Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der bar êrişên komên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agahiyên nû parve kirin.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku komên hikumeta demkî bi droneke xwekujî taxa Şiqêf bombebaran kir.
Di heman demê bi tankan derdora eniya Kastelo û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran kir.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku ew bersiva jêdera êrişan didin, rewşa meydanî dişopînin û ji bo parastina sivîlan tedbîr girtine.
Di êrişên ji nîvro û şunde yên li ser her du taxan de 4 kes şehîd bûn û 38 jî birîndar bûn.
Bi gotina Hêzên Asayîşê, ev êriş jiyana welatiyan dixe metirsiyê û binpêkirineke rasterast ji qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Hêzên Asayîşê pişrast kir ku ev êriş sûcekî şer e, çimkî sivîlan dike armanc.



