Partiya Yekitiya Ermenî bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd û Bendava Tişrînê şermezar kirin.
Partiya Yekitiya Ermenî bi tundî êrişên li dijî taxên Helebê û Bendava Tişrînê ku di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn, şermezar kirin û got:
Ev sûcên dermirovî ne û li dijî nirxên exlaqî û qanûnên navneteweyî ne.
Partiyê di daxuyaniya xwe de dibêje pêwîst hikumeta demkî van xalan pêk bîne û wiha anî ziman:
Tedbîrên rawestandina van êrişan û dubarenbûna wan werin girtin.
Xebitîna li ser xurtkirina baweriyê bi rêya naskirina tevahî pêkhateyên Sûriyê û misogeriya mafên wan ên rewa di çarçoveya yek-dewlet û serweriya wê de.
Pabendbûna bi rêveçûna siyasî ya berfireh ku berjewendiya gelê Sûriyê di ser her tiştî re digire.
Di dawiyê de partiyê bang li tevahî aliyên Sûriyê û navneteweyî kir ku pişgiriyê bidin rêveçûna siyasî ya berfireh ku yekitiya welat û mafên tevahî pêkhateyan were parastin.



