Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek da û şehîdên Parîsê bi bîr anî.
KCK’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da û wiha anî ziman:
”Gelê Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê li gel hêzên demokrasiyê yên Fransayê, 13 sal in têdikoşe”.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anî.
KCK’ê anî ziman ku ew komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê ku sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî hatin şehîdxistin şermezar dikin.
KCK’ê şehîdên komkujiya 23’ê Kanûnê jî Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anî û got:
Di şexsê van şehîdên hêja de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
”Îstîxbarata Tirk bi xwe plan kir û pêk anî”
Di daxuyaniyê de KCK’ê diyar kir ku Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên mêtinger qirker ve hate plankirin û pêkanîn, ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û got:
Komkujiya li Parîsê yekser ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewletê ve hate plankirin û pêkanîn.
Bû bicihanîna stratejiya tasfiyekirinê ku hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her devera nefesê digire, bifetisîne.
Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve bi bikaranîna derfet û têkiliyên li Ewropayê hate pêkanîn.
”Komkujiya Parîsê ji aliyê Fransayê jinedîtî ve hat”
KCK’ê dibêje, dema ku mirov bala xwe bidin ser helwesta Fransayê ya piştî komkujiyê, wê bê fêhmkirin ku dewleta Fransayê ev komkujî jinedîtî ve hatiye.
Ji ber vê yekê Fransa destnîşan nake ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.
”Tevî ku 13 sal di ser re derbas bûne hîn gavek nehatiye avêtin”
Di dawiyê de KCK’ê anî ziman ku li gel ku 13 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûne dewleta Fransayê ji bo ronîkirina hemû aliyên komkujiyê gavek neavêtiye û wiha bi lêv kir:
Gelê Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê li gel hêzên demokrasiyê yên Fransayê, 13 sal in têdikoşe.
Ev têkoşîn zû yan jî dereng wê encamê bi xwe re bîne û vê komkujiyê bi her awayî ronî bike.
Îsal jî gelê me li gel dostên xwe di salvegera komkujiyan de ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çalakiyan lidar dixe.
Em bang li gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî û girseyî beşdarî çalakiyan bibin û têkoşîna ji bo ronîkirina van komkujiyan mezin bikin.



