Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bang li welatiyan kir ku guh nedin nûçeyên derew û li malên xwe bimînin.
Hêzên Ewlekariyê piştrast kir ku ew ê parastina taxan bikin.
Hêzên Ewlekariyê bang li gel kir ku li malên xwe bin, nekevin pey xefika agahiyên derew ên bi armanca koçberkirin û derxistina rewşa koçberiyê û bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.
Hêzên Ewlekariyê bang li rêxistinên navneteweyî, saziyên hiqûqî û mirovî kir ku demildest bi erkên xwe rabin, ji bo rawestandina êrişan zextê bikin.
Her wekî piştrast kir ku dê bi xurtî bersiva hewlên têkbirina ewlehî û selamatiya gel bidin.



