Hevseroka Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Foza Yûsif derheqê êrişan de got ku ragihandina şer ji hêla Hikûmeta Demkî ve, şaştiyeke stratejîk e û dê encamên xerab bi xwe re bîne.
Foza Yûsif diyar kir ku ev şerê ji hêla hêzên derve ve hatiye sepandin û serî li hemberî wan hatiye tewandin.
Foza Yûsif: Em bi Diyalogê re ne, lê em ê parastina xwe jî bikin
Foza Yûsif destnîşan kir ku ew bi diyalog û çareseriya aştiyane re ne û di heman wextê de ew ê li hemberî her êrişekê parastina xwe bikin.



