Hêzên Parastina Gel (HPG) Erdal Êrkendî, Avesta Çiyayî, Ekîn Sûr û Çekdar Tolhildan ên ku sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anî.
“Em hevrêyên xwe Erdal Êrkendî, Avesta Çiyayî, Ekîn Sûr û Çekdar Tolhildan ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me yên ku bawer dikirin Tevgera Azadiya Kurdistanê hêviya gelê Kurd ê bindest û hatî mêtingehkirin e, bi biryardariyeke mezin tevlî PKK’ê bûn. Ji tecrûbeya artêşa me ya gerîla sûd wergirtin û bûn milîtanên xurt. Bi felsefeya Apoyî xwe perwerde kirin û ji bo li qadên zehmet bi cih bibin, israr kirin. Hevrêyên me li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bênavber meşandin. Bi cidiyet û disiplîneke mezin nêzî her wezîfeya Partiya me bûn û pratîkek serketî nîşan dan. Gelek xebatên ku ked û fedakariyê dixwazin, bi îdîa û biryardariyeke mezin meşandin. Hevrêyên me ji bo zindî hiştina xeta Apoyî, hewldaneke zêde raber kirin. Di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk pir zêde bûn de, mîsyona xwe bi cih anîn û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hiştin. Hevrêyên me Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar ji sekna bi îrade, xurt û şoreşgeriya li dijî dijmin tawîz nedan û bûn mînakên şênber. Em soz didin ku wan timî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.
Di serî de malbatên wan ên hêja ku milîtanên fedayî yên Apoyî yên hêja bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyalên şehîdên xwe.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Erdal Êrkendî
Nav û Paşnav: Yusuf Kartal Bagdu
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik – Bav: Duriye – Bedrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Cotmeha 2021’an / Garê

Nasnav: Avesta Çiyayî
Nav û Paşnav: Fatma Fîrdevs Gok
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Behiye – Abdulbakî
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Cotmeha 2021’an / Xakurkê

Nasnav: Ekîn Sûr
Nav û Paşnav: Sevîm Bulbul
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Nîmet – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Cotmeha 2021’an / Xakurkê

Nasnav: Çekdar Tolhildan
Nav û Paşnav: Agît Derinyer
Cihê Jidayikbûnê: Îngilistan
Navê Dayik – Bav: Cennet – Vedat
Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Cotmeha 2021’an / Qendîl



