Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed Mismarî diyar kir ku gotinên Erdogan ê hebûn çeteyan li Lîbiya teqez dike li ser rola Tirkiyê di piştgiriya çeteyan de û dirêjkirina aloziya Lîbiyayê.
Mismarî li gel Televizyona SKY NEWS axivî û diyar kir ku Hikumeta Wîfaq xwe li ser piştgiriya Qete û Tirkiyê bi rê ve dibe û teqez kir ku di Lîbyayê de ti rola Hikumeta Wifaqê nîne.
Mismarî teqez kir ku Atêşa Lîbî li gorî agirbestê tevnagere eger Tirkiyê û çeteyên wê ji Lîbyayê venekişe.
Doh cara yekê Erdogan li xwe mukir hat ku çeteyan ji Sûriyê dişîne Lîbyayê.
Erdogan got:
“Leşkerên me ji bo dayîna perwerdeyê li Lîbyayê ne. Her wiha hin endamên Ceyşa Wetenî ya Sûrî jî li wir hene.”