Liv û tevgera Artêşa Îsraîlê li Sûriyê zêde bûye.
Artêşa Îsraîlê vê sibê li gundewarê Quneytrayê xaleke kontrolê danî û 4 ciwan girt.
Berbangê sibehê artêşa Îsraîlê li xaçerêya El-Kesaratê ya gundewarê Quneytrayê xaleke kontrolê ya demkî danî.
Li gorî agahiyan artêşê 4 ciwanên ji bajarokê Cebeta el-Xeşab dema xala kontrolê derbas kirin, girtin.
Doh jî hêzeke din a Îsraîlê derbasî derdora Til El-Ehmer El-Şerqî yê gundewarê Quneytrayê bû.
Artêşê li wir jî ala xwe li ser gir bilind kir.


