Kolombiya hewl dide bi Amerîkayê re hevkariya aboriyê bike.
Serokê Kolombiyayê Petro çend pêşniyar ji Trump re kir.
Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro piştî peywendiyeke telefonî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re daxuyaniyek da.
Petro di daxuyaniya xwe de bal kişand ser peywendiya xwe û Trump û got ku wî pêşniyara hevpeymaneke Amerîka latîn kiriye.
Petro da zanîn ku hevpeyman dê potansiyela enerjiya nûjenkirî ya hezar û 400 GW ya Amerîkaya Latîn bikar bîne da ku daxwaza 840 GW ya Amerîkayê bicîh bîne.
Serokê Kolombiyayê têkildarî axaftina xwe bi Trump re wêneyek belav kir û diyar kir ku gotobêja wan gelekî baş derbas bûye.
Serokê Kolombiyayê got:
“Di nameyekê de ku min di destpêka dema Trump û her weha bi ji Biden re nivîsand, min destnîşan kir ku heke potansiyela mezin a enerjiya paqij a salane li Amerîkaya Başûr were bikar anîn, hevpeymaniyek Amerîkî dikare were damezrandin.
Lêbelê, daxwaza salane ya enerjiyê ku pirsgirêka petrol û komirê ya Amerîka çareser dike 840 GW ye.
Petro daxwaza hevkariyê li DYA kir
Ji ber vê yekê, Amerîkaya Latîn dikare ji sedî sed matrîksa enerjiya Amerîka bicîh bîne û ev dê gava herî mezin be ji bo rawestandina krîza avhewayê û piştgirîkirina jiyanê.
Bikaranîna Amerîkaya Latîn ji bo petrolê dê bibe sedema hilweşandina qanûna navneteweyî û ji ber vê yekê ber bi barbarîzmê û şerê cîhanê yê sêyemîn ve.”
Serokê Kolombiyayê pêşniyara ku wî di dema pêwendiya telefonê de bi Trump re kir, şirûve kir û got:
“Bi veberhênana 500 milyar dolarî ya ku Amerîka niha heye, ji ber potansiyela enerjiya paqij a Amerîkaya Latîne, ew jî rastiyeke. Ev pêşniyara min e.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Trump daxwaza hevdîtinekî li gel Serokê Kolombiyayê kir bû.
Serokê Amerîkayê Trump berê Serokê Kolombiyayê Petro hedef girtibû, îdia kiribû ku Kolombiyayê kokainê dişîne Amerîkayê û Petro hişyar kiribû, “Divê ew baldar be.”
Trump her wiha Kolombiyayê wekî welatekî nexweş bi nav kiribû, û di derbarê îhtîmala êrîşeke Amerîkayê de gotibû: “Operasyonek li Kolombiyayê muhtemel xuya dike.”



