Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed El-Şeri bi hev re axivîn.
Di pêwendiyê de, geşedanên siyasî li Sûriyê û dosya Kurdan hatiye gotûbêjkirin.
Li gor buroya Barzanî, El-Şeri bi telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî axivye û tê de behsa pêşketinên siyasî û guhertinê li herêmê hatiye kirin.
Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan girîngî dane aramî û berdewamkirina diyalogê.
Ehmed El-Şeri jî idia kiriye ku Kurd pêkhateyeke resen ji civaka Sûriyê ne û destnîşan kiriye ku Hikûmeta Demkî bi mafên niştîmanî siyasî û sivîl ê Kurdan pabend in.
Ev hevpeywendî hevdemî dijwarbûna şer li Şêxmeqsûdê hat kirin, lê bi hevokekê jî behsa wê yekê nehat kirin.



