Nûnera Birîtanya li Sûriyê Ann Snow got ku rawestandina şer li Helebê gaveke erênî ye û ev gav derfetek bo kêmkirina zehmetiyên mirovên asê ye.
Ann Snow got ku Birîtanya fişarê dike ku sivîl werin parastin û binpêkrinên berî niha li herêmên din çêbûne, dûbare nebin.
Her wekî bang li hemû aliyan kir ku vegerin maseya diyalogê û dît ku Peymana 10’ê Adarê çarçoveyeke girîng di warê avakirina lihevkirinên mayînde û peydakirina garantiyên pêwîst e.



