Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd Têkildarî endamê fermandariya wan Azad Heleb got şehîd nebûye..
Hêzên Ewlekariya Şêx Meqsûd got, beriya niha me ragihand ku endamê fermandariya me Azad Heleb şehîd ketiye.
Ji ber şertê giran yên şer û pevçûnan pêwendiya me bi hin hevalên me re qût bibû û rexmî hemû hewildanan me nekarîbû agahî bigirin.
Lê belê hate zelalkirin ku rêhevalê me Azad Heleb şehît neketiye.
Pêwendî pêre hat çêkirin û niha bi awayekî birîndar xwe gihandiye cihekî bi ewle.



