Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê derxistine û got:
“Hîna peywendî berdewam in, ger agahiyên rast ên li ser birîndarên din hebin, werin derxistin.”
Derbarê mijarê, hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa got:
“Di encama koordînaya hevbeş a bi Xaç Sor û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyê de tîmên tenduristiyê duh nêzî 100 birîndarên leşker û sivîl ji taxa Şêxmeqsûdê derxistin.”
Îsa anî ziman ku Nexweş li nexweşxaneyên kantonên Tebqa û Reqayê û nexweşxaneya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hatin belavkirin.”
Her wekî diyar kir ku xebat li ser komkirina agahiyên li ser birîndaran tên kirin.



