Fermandarê pêşeng yê berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ziyad Heleb bi destpêkirina êrişên çeteyan berpirsyariyeke mezin girt ser milê xwe.
Ew di berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bû sembola fedekarî û mîrateyeke mezin li pey xwe hişt.
Pêşengê Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ziyad Heleb sala 1988’an di nava malbateke welatparêz ya ji Efrînê jidayik bûye.
Hê di ciwaniya xwe de bi hestên welatparêzî û netewî mezin dibe û ji ber van sedeman her dem dikeve nava lêgerînê da ku ji bo gel û welatê xwe xebat û têkoşînê bike.
Şehîd Ziyad sala 2011’an, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê, di nava refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe.
Di navbera salên 2011 û 2015’an de, hem rejîma Baas û hem jî komên çete êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, Fermandar Ziyad bi roleke girîng û mezin rabû.
Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê ji hêla leşkerî de, di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêş dixe. Bi kesayeta xwe ya xwezayî; di dilê her hevalekî xwe de cih digire û di her warê jiyanê de dibe pêşeng. Ji ber welatparêzî û pêşengiya xwe ya têkoşînê di dilê gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de cihekî giranbuha digire.
Fermandar Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên dîrokî tîne ziman:
”Em zarokên vê derê ne, em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo tu kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re di nav aramiyê de dijîn.
Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin û êrîşan berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em ê şer bikin heta nefesa xwe ya dawî.”
Fermandar Ziyad, heta kêliya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û şer kir. Bi sekna xwe ya fedakar bû sembola berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Bi rûmeta xwe jiya û bi lehengî û berxwedana xwe derbasî dîrokê bû
Ziyad weke fermandarê asayîşa Şêx Meqsûd, li dijî zilm û her cure hovîtiyê rawestiya. Armanca wî ne tenê parastina çeperekî bû. Wî ji kêliya pêşî ve soz da ku ew rûmet, hêvî û paşeroja Kurdan biparêz e.
Ziyad tevî komeke hevalên xwe li dijî çekdarên herî hov yên cîhanê serî rakir.
Di kêliyên herî zor û dijwar de çonga xwe dananî û ji bo parastina Kurdan canê xwe bexş kir.
Dibe ku êdî ew ne di nava heval û hezkiriyên xwe de be, lê mîrate û şopên li pey xwe hiştî wê heta hetayê neyên jibîrkirin.
Ew di berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, bû sembola fedekarî û mîrateyeke mezin li pey xwişt.



