Welatiyên bajarê Selxed yê li gundewarê başûrê Siweydayê xwepêşandanek li dar xistin.
Welatiyan helwesta xwe li hember topbaran û hedefgirtina rasterast a sivîlan li her du taxan nîşan dan.
Beşdarên çalakiyê kiryarên komên çete yên hikûmeta demkî şermezar kirin û gotin ev kiryar binpêkirineke eşkere ya qanûn û peymanên li dijî mirovahiyê ye.
Her wekî tekez kirin ku sûcên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diqewime êrîşeke sîstematîk e li ser sivîlên bêguneh û sûcek e ku di nav bêdengiya navneteweyî de tê kirin.



