Çeteyên Ensar El Sunne hebûna xwe li deverên ku di bin desthilatdariya hikumeta demkî ya Sûriyê, bi taybet li Hemayê, zêde dikin.
Li gundewarên rojavayê Hemayê, sûc û kiryarên mezhebî li dijî Elewiyan bi awayekî tirsnak zêde bûne.
Li herêmê bandora komên çekdar ên tundraw, bi taybetî Ensar El Sunne ku zêde bûye.
Ensar El Sunne li gorî çavkaniyên herêmî di bin sîwana hikumeta demkî de yan jî bi hevkariya wê ya rasterast dixebitin.
Ev kom sivîlan radiwestîne û li ser ola wan têne lêpirsînkirin.
Dûre rastî bêrêzî û gotinên biçûkxistinê li dijî Elewiyan tên, her wiha bi awayekî keyfî Elewiyan digirin.
Şêniyên gundewarên rojavayê Hamayê ji bo mudaxeleya bilez bang dikin da ku dawî li “cudakariya mezhebî ya sîstematîk” bînin.
Navê komê cara yekem di 22’yê Hezîranê de belav bû.
Dema ku berpirsiyariya teqîna xwekuj a di hundirê Dêra Mar Elias li Şamê de girt ser xwe ku 25 kes tê de hatin kuştin.



