Piştî êrîşên li Helebê gelek serokên komên partiyên Parlamentoya Fransayê ji Macron re name nivîsandin.
Hate diyar kirin ku Tirkiye gefan li aramiyê dixwe û xwestin ku Fransa bibe garantorê çareseriyeke siyasî.
Li Fransayê komên partiyên Parlamentoya Fransayê ji Macron re name nivîsandin.
Koma partiyan balkişandin gefa Tirkiyê û di nameyê de ev tişt hatin gotin:
”Welatê me, di peymanên aşitiyê yên li herêmê de tim û tim xwedan roleke çalak bûye.
Bi taybetî jî di mijara parastina mafên gelê Kurd de ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevalbendê me yên neguhêrbar e.
Muzakereyên têkildarî başûr-rojavayê xakên Sûriyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin berdewam dikin, nabin hincet ku komkujiyên li ser gelê Kurd neyên dîtin.”
Siyasetmedarên Fransî: Tirkiye gefan li aramiyê dixwe”
Di dewama nameyê de ev yek hate gotin:
“Birêz Serokkomar, ji bo parastina gelê Kurd ê li Sûriyê divê pêngavên lezgîn werin avêtin û têkildarî vê mijarê em bi israr we hişyar dikin.
Zêdebûna dijminahiyê ya li gel hewla Serokkomarê serema derbasbûnê Ahmed el-Şara dest pê kiriye û bi destwerdanên Tirkan ên biyanî piştriya wê hatiye kirin, ewlehiya herêmê û aramiya Rojhilata Nêzîk dixe xetereyê.
“Divê civaka navneteweyî ji bo aştiyê tevbigere”
Divê civaka navneteweyî ji bo aşitiyê tevbigere.”
Koma Partiyan di nameyê de bang li saziyên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku demildest agirbesteke mayînde were dabînkirin.
Her wiha hat gotin dorpêça li ser taxên Kurdan ên Helebê werin rakirin û destûr were dayîn ku çapemeniya navneteweyî û çavdêr derbasî herêmê bibin.
Siyasetmedarên Fransî piştgirî dan Rêveberiya Xweser
Siyasetmedarên Fransî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nişan dan û wiha gotin:
“Li gel vê nameyê em piştgiriyê didin daxwazên lezgîn ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Em dixwazin ku welatê me di jinûvedestpêkirina diyalogên li Sûriyê de roleke çalak bilîze û ji bo aşitiyê bibe garantorê çareseriyeke siyasî.
Li Rojava, modela pêkvejiyana Kurd, Ereb û Suryaniyan ji aramî û pêvajoya jinûveavakirinê re derfetek e û divê ev bêhempabûna peymana civakî were parastin.”
Barrot: Ji bo rawestandina êrişên li Helebê Macron kete nava hewldanan
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot diyar kir ku ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdên li Helebê, Fransayê di asta herî bilind de navbeynkarî kiriye.
Barrot got:
“Ev mesele bêguman ji aliyê aramiya herêmî ve bandorê li berjewendiyên me yên ewlekariyê dike.
Piştî êrişan bi seranserî jî be aramî li Helebê vegeriya û me ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Me ev yek di asta herî bilind de kir. Serokkomar peyam ji herdu aliyan re şand û bi vî rengî tevlî pêvajoyê bû.



