Şandeyeke Belçîkî serdana buroya têkilayên derve ya Rêveberiya Xweser kir

Şandeya Belçîkayê îro serdana Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya li Qamişlo kir.

Şande ji endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh, serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê li Fransa û Belçîkayê Phillip Vastenskip û hin rojnamegeran pêk tê.

Şande ji aliyê Cîgirê hevserokatiya Boruya Têkiliyên Derve a rêveberiya xweser Fener Kiêt û endamên boruyê hat pêşwazîkirin.

Şande bi berpirsên boruyê re civiya, Piştre şandeya belçîkayê daxuyaniyek çapemenî da.

Endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh diyar kir ku armanca serek ji serdanê nîqaşkirina mijara çeteyên DAIŞ’iyên û malbatên wan in.

George Delmansh daxuyakirina ku ji bo wergiritina jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê yên Belçîkayê ew da nava danûstandina de ne.

Delmansh anî ziman ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ew piştgiriya avakirina dadagehek navdewlerî bikin.

15 çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên belçîkayê di girtgehên rêveberiya xweser de ne , 30 jin û 40 zarok di kampa Holê de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye Şandeya Belçîkayê ev cara sêyemîne serdan herêma bakur û rojhilatê sûrî dike.

Back to top button