PYD’ê wê sibe kongreya xwe ya 8. li dar bixe

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê wê sibe li kantona Qamişlo kongreya xwe ya 8’emîn li dar bixe.

Kongreya PYDê wê bi slogana “Bi yekîtiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser bi pêş bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin” were li darxistin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di 17’ê Cotmeha 2003’an de ava bû û rejîma Baasê bi komkujî û girtinê bersiv da wê.

Di Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an de PYD bû partiya pêşeng.

PYD’ê kongreya xwe ya dawî di 27-28’ê Îlona 2017’an de li bajarê Rimêlan ê herêma Cizîrê pêk anî bû.

Back to top button