Komên Filistînî yên li Xezayê, daxwaznameya Misrê ya rawestandina bombebarana bi Îsraîlê re, erê kir.
Kenala ”El-Eqsa” ya televîzyonî ragihand ku ev lihevkirin bi navbeynkariya Misrê pêk hat û şevê din di seat 10’an de dest pê kir.
Koma ”Eniya Demoqratîk bo rizgarkirina Filistînê” ragihand ku, avêtina moşekan bi ser Îsraîlê ve tên rawestandin û rê ji bo navbeynkaran tê dayîn.
Eniyê her weha hişyarî da û got: eger Îsraîl êrîş bike wê bersiva me tund be û em ê parastina gelê xwe bikin.
Ji roja yekşemê ve li herêma Xezayê, piştî kuştina endamekî ”Seraya El-Qudis” li Xan-Yûnis û kuştin çend serkirdeyên tevgera ”Cîhad El-Îslamî” di êrîşeke Îsraîlê li derdora Şamê de, rewş di navbera Filestîn û Îsraîlê de aloz bubû.