Revandina sivîlan li Efrînê didome

Hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çetên wê li Efrînê didome, çeteyan dîsa li Efrînê 10 sivîl revandin.

Malpera Afrin Post diyar kir ku duh çeteyan 3 sivîlên temen mezin li gundê Dela yê navçeya Mabata ya Efrînê, revandin.

Navê hersê sivîlan wiha ye:

Ehmed Azo 75 salî, Emîn Hemûdî 75 salî û Lewend 70 salî ye

Sivîlê bi navê Reşîd Menan Hemdûş yê 25 salî ser benda kontrolê li gundê Kefercena ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Her wiha Istxbarata dewleta Tirk a dagirker berî du rojan, sivîlê bi navê Hesen Hesen Kulîko, yê ji gundê Mamela yê navçeya Racoyê, revandin.

20’ê Sibatê jî çeteyên Lîwa Semerqend sivîlê bi navê Mistefa Hemûdî, Ehmed Çawîş, Ehmed Amo û Ebdulkerîm Xoca, revandin.

Piştî dayîna 150 hezar lîreyên Sûrî, her 5 sivîl hatin berdan.

Back to top button