Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Amûdê- Qamişloyê de ji malbatekê zarokek û jinek ciwan mirin û 4 kes birîndar bûn.
Îro li ser rêya Amûdê-Qamişloyê tankereke petrolê li erebeyekê qelibî.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana Ajansa ANHA’ê ji Amûdê ragihandine, di qezayê de ku li nêzî gundê Um Rebî çêbûye ji malbatekê zarokekî 5 salî û jinek ciwan 19 salî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûne.
Nûçegihana ANHA da zanîn ku mirî û birîndar ji bo nexweşxaneyek bajarê Qamişloyê hatin veguhestin û rewşa birîndaran aram e.



