Li Siwêdayê cotkar dema ku zeytûn berhev dikirin hatin gulebarankirin.
Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.
Li gundê Metûna yê bakurê Siwêdayê cotkaran dema zeytûn berhev dikirin, hatin gulebarankirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, 5 kes hatin kuştin û birîndar hene.
Piraniya cotkaran koçberên gundê Metûnayê ne, dema diçûn nava zeviyên xwe hatin gulebarankirin.
Êriş di rewşeke bi guman de çêbû, lê hêzên hikumeta demkî tên tawanbarkirin ku êriş kirine.



