Iraqê 2 hezar û 250 endamên DAIŞê ji Sûriyeyê wergirtine .
Iraqê ragihand ku pêvajoya dadî ya wan dest pê kiriye.
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Saad Maan got,
“Sûriyeyê bi rêya bejahî û asmanî 2 hezar û 250 endamên DAIŞ’î radestî me kirine.
Pêvajoya radestkirinê bi hevahengiya Koalîsyona Navneteweyî
Ew kes li navendên fermî yên ku ewlehiya bilind e tên girtin.”
Saad Maan da zanîn ku ev pêvajo ne tenê ji bo Îraqê, ji bo ewlehiya cîhanî jî girîng e
Saad Maan eşkere kir ku tîmên pispor derbarê DAIŞiyên ku hatine wergirtin dest bi lêpirsînê kiriye.
Saad Maan got ku îfadeyên wan rasterast di bin çavdêriya dadweriyê de tên wergirtin.
Bi gotina Saad Maan prensîba serekî ya Îraqê ew e ku her kesê ku li dijî Îraqiyan sûc kiribe dê bê darizandin.
Meha borî veguhastina nêzîkî 7 hezar endamên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Îraqê dest pê kiribû.



