Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku gumanbarê êrişa li Siwêda ya li dijî cotkaran endamekî hêzên wê ye.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku di êrişê de 4 kes hatin kuştin, 2 birîndar bûn û aqûbeta yên din nayê zanîn.
Duh li gundê Metûna yê bakurê Siwêdayê êrişî 10 cotkaran hat kirin.
Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Siwêdayê Husam El Tehan der barê êrişê de agahî dan ajansa nûçeyan a ser bi hikumeta demkî ve.
El Tehan diyar kir ku lêkolîn bi alîkariya kesekî ji êrişê filitiye tên kirin û da zanîn ku li gorî lêkolînên destpêkê, guman li ser endamekî Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêmê hene ku êriş ji aliyê wî ve hatibe kirin. Her wiha got, gumanbar hatiye binçavkirin û lêpirsîn didome.
Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî ya Siwêdayê jî der barê êrişên de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên li herêmê bi cih bûne, piştî rê nedan cotkar biçin nava zeviyên xwe gule li wan reşandin. Di encamê de 4 kes hatin kuştin, yek jê bi giranî, 2 jî birîndar bûn û aqûbeta yên din jî nayê zanîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa li ser sivîlan binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ye. Bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku doze bişopînin û hesab ji berpirsên wê bipirsin.
Fermandariyê ji bo parastina sivîlan daxwaza girtina tedbîran kir.



