Li bajarê Kobanê merasîma 10 şehîdên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Komandos hat lidarxistin.
Cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nayif (Nayif Elî) ku 3`ê sibata şehîd bûbû û şervanê YPG`ê Karker Andok îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha şehîd Dicle hatin veşartin. Her wiha di merasîmê de ku bi sedan kes tev lê bûbûn, şervanên YPG`ê Mordem Girê Spî yê 18`ê Çileyê li Dêr Hafirê, Mehmûd Kobanê (Mehmûd Bekir) ê 26`ê Çileyê li gundê Mîlê, Şervan Serêkaniyê yê ku 18`ê Çileya Dêrezor,ê Hemê Tefşo (Ehmed Hecî) ê ku 5`ê Çileyê li Qamişlo, Kemal Qoser (Ferîd Abî) ê ku 26`ê Çileyê li gundê Çelebî, Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Mislim) ê ku 18`ê Çileyêli Dêrazorê şehîd bûne, her wiha Hêzên Komandos Demhat (Hisên Şêxo) ê ku 3`ê Çileyê, şervana YPJ`ê Mizgîn Jiyan (Şukran Yildiz) a ku 26`ê Çileyê li gundê Mîlê şehîd bûbûn hatin bi bîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto axivî.
Mistefa Êto diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û got : “Em ê her tim li ber xwe bidin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ber bi serkeftinê ve diçin. divê em bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin û xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Endama Meclisa PYD`ê Zelal Dêrik piştî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest destnîşan kir ku şehîdan ji bo parastina gel û axa xwe ji çeteyan canê xwe feda kirine.
Zelal Dêrik ev li gotinên xwe zêde kir: “Van şervanan heta kêliya dawiyê li hemberî êrişên dijmin li ber xwe dan, bê dudilî têkoşîn û berxwedaneke xurt dan meşandin. Em êdî ber bi qoxana dawiyê ve diçin, divê em li paş xwe ve nenêrin û pê de bi hemû hêza xwe biçin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”
Pişte wesîqên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre girse cenazeyên şehîd Nayif El Elî û Karker Andok bi dirûşman spartin axê.



