Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew dosyaya vegera şêniyan bo malên xwe dişopîne û eger ti geşedanek der barê mijarê çêbû ew ê xelkê agahdar bike.
Di demên dawîn de der barê vegera xelkên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bo malên xwe, hinek nûçe û agahî belav bûn. Li ser mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ragihand ku ew dosyaya vegera şêniyan bo malên xwe dişopîne û eger ti geşedanek der barê mijarê de çêbû ew ê xelkê agahdar bike.
Komîteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi awayekî çalak dosyaya koçberan bi aliyên têkildar re gotûbêj dike û dişopîne da ku ji bo vegerke bi rûmet şert û mercên ewle peyda bike.
Komîteyê di daxuyanya xwe de got, eger ti geşedanek der barê mijarê çêbû ew ê xelkê agahdar bike û ew ê bi xwe vegera xelkê birêxistin bike.



