Komîteya Sotemeniyê belavkirina beşa duyem a mazota germkirinê li şêniyên Hesekê didomîne.
Komîteya Sotemeniyê li bajarê Hesekê belavkirina beşa duyem a mazota germkirinê li şêniyên bajar û gundewarê wê didomîne.
Di beşa duyem de ji bo her malbatekê 200 lître mazot bi buhayê hezar û 50 lîreyan tê belavkirin.
Li gorî Komîtaya Sotemeniyê rojane nêzî 300 hezar lître mazot li nêzî hezar malbatan tê belavkirin.
Li bajarê Hesekê û gundewarên wê (Til Tewîl, Tiwêna, Red Şeqra, Til Mecdel û Sefa) nêzî 100 hezaar melbat dijîn, heta niha mazot ji bo 7 hezar malbatan hatiye belavkirin.



