Li Umanê hevdîtinên Îran û Amerîkayê pêk hat, lê li gor axaftinên Araqçî hevdîtin bi erênî derbas nebûne.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê got heger hêzên Amerîkî êrişî wan bike, ew ê baregehên Amerîkî li heremê bikin armanc.
Roja Îna borî hevdîtinên Amerîka û Îranê pêk hat, aliyan hevdîtinê erênî nirxandibû.
Piştî vê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ji televîzyona El Cizîre derbarê hevdîtinê de axivî.
Abbas Eraqçî dibêje Tehran û Waşîngton pabendî domandina danûstandinên nukleerî ne.
Her wiha got ji bo hevdîtinên nû hîna dîrokek diyarkirî tune ye.
Eraqçî diyar kir çarçoveya hevdîtinan li ser mijara nukleerî ye û ew ji bilî vê li ser ti mijaran danûstandin nakin.
Derbarê êrişên li ser Îranê jî Wezîrê Îranê teqez kir heger leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn hatine bicîhkirin êrişî wan bikin, ew ê baregehên Amerîkî hedef bigirin.
Trump jî bang li Îranê kiribû dest ji dewlemendkirina Uranyumê berde û bernameya moşekên balîstîk rawestîne.



