Di warê şerê li Îranê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû :
Rejîma Îranê bi destwerdana leşkerî nayê hilweşandin û şerekî muhtemel dê bibe sedema karesatek herêmî.
Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham bi tundî bersiva wî û welatên herêmê da.
Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham li ser gotinên Fîdan û helwesta welatên herêmê nerazîbûneke tund nîşan da.
Graham di daxuyaniya xwe de bangî Tirkiye, Qeter û Misirê kir û got:
“Ji wan welatan re ku qaşo hevalbendên me yên herêmî ne:
Hûn di cîhana xeyalan de dijîn.”
Senator di berdewamiya axaftina xwe de rêberê Îranê wekî “Naziyekî olî” pênase kir û got:
Dem hatiye ku herêm “bi wêrekî û yekgirtî” li dijî “rejîmek sûcdar” ê ku gelê xwe dikuje û “naziyek olî ye” raweste.
Sînator peyamek rasterast ji dewletên wek Tirkiye, Qeter û Misrê re şand, got:
Xwesteka wan a paşguhkirina daxwazên adilane yên gelê Îranê dijberî pîvanên hêsan ên rûmeta mirovahiyê ne.



