Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de têkîldarî rewşa Sûrî û Pêvajoya aştî nirxandin kir.
Tulay Hatîmogullari li ser peymana 29’ê Çileyê ya li Sûriyê got divê peyman neyê sabote kirin.
Tulay Hatîmogullari dibêje ji bo ev peyman pratîk bibe xebat tên kirin. Tişta dikeve ser milê civaka navdewletî ew e ku ji bo vê bibin alîkar.
Her wiha diyar kir berpirsyarî dikeve ser milê Tirkiyê û got divê peyman neyê sabotekirin.
Hatîmogûllari piştî komcivîna partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û bal kişand ser daxuyaniya Hakan Fîdan û got:
“Di serî de Hakan Fîdan û hemû rayedarên hikûmetê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku li benda Sûriyê ne.
Lê gavên ku li Sûriyê hatin avêtin û pêkanîna peymana 29’ê Çile barê pêvajoyê sivik kir.
Em dibêjin û difikirin ku li gorî vê sivikbûnê gav bên avêtin.”
“Daxuyaniya Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye”
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku daxuyaniya Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û wiha got;
“Em vê hefteyê li bendê bûn ku Komîsyon xebatan bi leztir bike û gavên şênber biavêje, lê em daxuyaniya birêz Hakan Fîdan di cih de nabînin.
Weke ku li nexşeyê binêre û bibêje ‘ka em dikarin li ku derê aloziyekê derxînin, biafirînin’ dinêre.”



