Serokên komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de li Strasbourgê peyam dan.
Serokan têkildarî rewşa li Rojava û Sûriyeyê axivîn, lê belê tu pêngavên erênî nehatin avêtin.
Hevserokê Tifaqa Azadiya Kesk/Ewropayê (Kesk/EFA) Terry Reintke diyar kir ku gelê Kurd û divê hemû pêkhate werin parastin; bang kir ku bila YE zexta dîplomatîk bike û ji herêmên Kurdan re bi awayekî rasterast fon were veqetandin.
Lê belê têkildarî pêkanîna van pêngavan mekanîzmayeke zelal nehate pêşkêşkirin.
Serokê Liberal Renew Europe Valerie Hayer jî piraniya berpirsiyariyê ji hikûmetên neteweyî re hişt.
Rexneya herî tund jî ji aliyê Koma Çepgiran (GUE/NGL) a Parlamentoya Ewropayê ve hate kirin.
Hevserok Martin Schirdin êrîşên rêveberiya Colanî yên li ser herêmên Kurdan ên li Rojava û Helebê şermezar kirin û plana piştevaniya 620 milyon euroyî ya Komîsyona Ewropayê weke ”dînîtîyê” pênase kir.
Schirdewan diyar kir ku DAIŞ’î serbest tên berdan û li hemberî gelê Kurd şer dikin.
Koma Çepgiran diyar kir ku divê xweseriya Kurdan bê naskirin, li gel Rojava bi awayekî rasteras têkiliyên dîplomatîk werin avakirin û piştgiriya fînansî ya ji rêveberiya Colanî re were rawestandin.



