Koalîsyona Navneteweyî pesnê têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî DAIŞ’ê da û peymana di navbera QSD’ê û Şamê de jî bi rengekî erênî pêşwazî kir.
Amerîka û Siûdiyê di daxuyaniyeke hevbeş de encama civîna gropa biçûk a Koalîsyona Navneteweyî eşkere kir.
Di civînê de, nexşreya şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê hat nîqaşkirin û ragihand ku êdî Hikûmeta Demkî wekî endameke koalîsyonê yê 90 hat qebûlkirin.
Di heman civînê de, Koalîsyona Navneteweyî careke din nîşan da ku ew bi erka xwe ya bidawîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê ve girêdayî ye.



