Li taxên bajarê Humsê tevlihevî, pêkanînên çekdarên nenas li dijî welatiyan dewam dikin, ciwanê bi navê Elî Mihemed Rabîa hat qetilkirin û welatî Ezdeşêr El Sarim birîndar bû.
2 roj e li Hums û gundewarê wê bûyerên ewlehiyê yên xeternak û sûcên li dijî welatiyan pêk tên.
Îro komeke çekdar gule li erebokên taxên Zehra li ser rêya Sitîn reşandin, li welatiyan da. Di êrişê de welatî Ezdeşêr El Sarim di ling û destê xwe de birîndar bûn.
Welatiyan hewl da Ezdeşêr rakirin nexweşxaneyê, lê çekdaran êrişî wan kir.
Di bûyerek din de jî, şeva berê (9 Sibat 2026) kesên nenas welatî Elî Mihemed Rabîe yê ji taxa Ekremeya Kavin ji mala wî derxistin û qetil kirin.
Vê sibehê cenazeyê wî hat dîtin û şopa 3 guleyan li ser heye.
Bûyerên qetilkirin, revandin, êrişên mezhebperestî, koçberkirin û birçîkirinê li herêmên bin kontrola hikumeta demkî de, bi taybet jî li Husmê didomin.



