Li Dêra Zorê, du êriş li dijî Hêzên Hikûmeta Demkî ya Şamê pêk hatin.
Hat ragihandin ku êrişek bi rêya mayînekê û ya din jî bi çekên destan hatine kirin.
Li gor agahiyan, bi rêya mayînekê erebeyek Hêzên Hikûmeta Demkî li Bokemalê pêk hatiye û di encamê de sivîlek birîndar bû.
Her wekî êrişa din jî çekdaran li derdora bajaroka Eşara ya gundewarê Dêra Zorê êrişî bargeheke leşkerî kiriye û şer li wir rû da.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî tu aliyekî ev êriş li xwe negirtine.



