Wezaret Karên Derve ya Iraqê bersiv da gefên Hakan Fîdan yên li ser Iraq, Şengal û herêmên din.
Iraqê got, meseleya van deveran û hemû deverên Iraqê, neteweyî ne û hemû destwerdanên biyanî û derve red dikin.
Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên bi balyozê dewleta Tirk yê li Iraqê Anil Bora Înan re civiya.
Di civînê de Mihemed Hisên got ku “Ev peyamên wiha wekî destwerdana karûbarên navxwe yên Iraq û binpêkirina çanda dîplomatîk têne hesibandin.”
Her wekî Mihemed Hisên ji balyoz re gotiye; “Iraq dewletek avakirî ye û xwedî sîstemek siyasî ya demokratîk û desturê ye.
Nabe Iraq bi welatên din ên ku xwedî sîstemên siyasî yên cuda ne, were yekkirin.”
“Mijara Şengal û beşên din yên Iraqê mijarek netewî ye”
Mihemed Hisên derbarê rewşa Şengal û hemû navçeyên din yên Iraqê de jî wiha gotiye;
“Mijara Şengal û beşên din yên Iraqê, mijarek netewî ye û wê li gorî mekanîzmeyên wê were çareserkirin.
Em hemû destwerdanên biyanî yên ji bo ferzkirina çareseriyekê, an jî bikaranîna vê pirsgirêkê ji bo bandora siyasî û leşkerî, red dikin.”



