Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quyentîrayê û gule ber bi gundê Ufaniya ve avêtin.
Hêzên Îsraîlê ji bendeke xwe ya kontrolê gule avêtin welatiyên Sûriyeyî yên li gundê Ufaniya.
Li gundewarê başûr jî dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî gundekî bûn.
Bendeke kontrolê li têketina rojavayê gund danîn.
Li wir kesên diçûn û dihatin kontrol dikirin û piştre vekişiyan.



