Di êrişa çekdarî ya li bajarê Humsê de welatiyek hat qetilkirin û erebeya wî hat dîzin.
Welatiyê bi navê Wesîm El Eşqer ê ji taxa El Sebîl li ser destê çekdaran hate qetilkirin.
Çekdaran 3 gule berdan Wesîm El Eşqer, piştî qetil kir jî erebeya wî dizîn.
Li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê tevlihevî, qetilkirin û revandin zêde bûne.



