Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY piştgirî da peymana agirbestê ya QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de.
Konseya Ewlekariyê di vê derbarê de daxuyaniyek da û ev bang kir:
Divê her du alî ji bo bidawîkirina êşên sivîlan, parastina niştcihan li gorî peymanê tev bigerin.
Konseyê diyar kir ku hikumeta demkî berpirsê parastina tevahî welatiyan e ku Kurd jî di nav de ne.
Her wiha hat xwestin ku di mijara entegrekirina nûnerên Kurd di hikumetê de gavên zêdetir werin avêtin.
Di dawiyê de Konseyê bang li endaman kir ku der barê DAIŞ’yên girtî de bi hikumetên Iraq û Sûriyê bibin tevkar.



