Fermandariya Navendî ya Amerîka CENTCOM ragihand ku erka wan a veguhestina DAIŞ’iyan ji Sûriyê bû Iraqê bidawî bûye.
CENTCOM’ê diyarkir ku veguhestina çeteyên DAIŞ’î yên biyanî ji Sûriyê bo Iraqê ji 21’ê Çileyê ve despê kiribû.
Ev yek bi veguhestina doh re bi dawî bû.
CENTCOM: Bêtirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î derbasî Iraqê hatine kirin
Fermandariyê dazanîn ku di encama veguhestina 23 rojan a veguhestinê de, bêtirî 5 hezar û 700 DAIŞ’î derbasî Iraqê kirin e.
Di daxuyaniya li ser mijarê hate dayîn de hate gotin, ev veguhestin bi rêya bejahî û hewayî pêk hatiye.
Her wekî ev yek weke karekî pir zehmet yê serkeftî jî binav kir.
Hate gotin, di vê veguhestinê de, hêzên Koalîsyona navdewletî roleke sereke leyîstiye û îdia kir ku ev gav ji bo rê li pêşiya belavbûna DAIŞ’ê bê girtin, girîng e.



