Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ragihand ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, zêdetirî 7 hezar kes hatine kuştin.
Derbarê mijarê, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê ji roja xwepêşandan destpêkirine heya niha 7 hezar û 8 kes hatine Kuştin.
Her wiha 53 hezar û 334 xwepêşander jî hatine binçavkirin û 25 hezar 845 xwepêşander jî birîndar bûne.
11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine bangkirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê ji bo tepisandina xwepêşandanan SIM kartên wan bloke kirine.



