Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dê li 9 bajarên Rojavayê Kurdistanê meş û çalakî werin lidarxistin.
Bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wek `Roja Reş` hatiye îlankirin, li 9 bajarên Rojavayê Kurdistanê meş û çalakî tên organîzekirin.
Dê çalakî û meş li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê bên lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku me ji însiyatîfên gel ê li bajaran girtine, cih û dema çalakiyan wiha ne:
Hesekê
- Cih: Çerxerêya El Itfaiyê
- Dem: 12:00`an
Dirbêsiyê
- Cih: Qada Şehîdan
- Dem: 11:00`an
Til Temir
- Cih: Avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê
- Dem: 11:00`an
Qamişlo
- Cih: Çerxerêya Osman Sebrî
- Dem: 11:30`an
Dêrik
- Cih: Qada Azadî
- Dem: 11:00`an
Tirbespiyê
- Cih: Avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê
- Dem: 11:30`an
Girkê Legê
- Cih: Qada Şehîd Xebat
- Dem: 10:30`an
Çilaxa
- Cih: Qada Şehîd Masûm
- Dem: 11:00`an
Amûdê
- Cih: Qada Ciwanên Şoreşger
- Dem: 11:00`an



