Şandeya Rojava ya bi serkêşiya Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî civiyan.
Li kêleka Kongreya Munihê yê Ewlekariyê, bi beşdariya Esed Şêbanî, hevdîtin bi Fêsel Bin Ferhan Bin Abdullah pêk hat.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got ku ew spasiya Erebistana Siûdî dikin ku di warê rakirina cezayan û birêvebirina peymanê re, rola xwe lîst.
Her wekî Siûdiyê jî piştrast kir ku ew piştgiriyê dide lihevhatina aliyên Sûriyê û Peymana 29’ê Çileyê.


