Li pêşberî Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwazeke navneteweyî hat kirin ku divê Peymana QSD’ê û Hikûmeta Demkî bi giştî û bi rengekî bi lez pêk were.
Cîgira Nûnerê NY li Sûriyê Claudio Cordone pesên Peymana QSD’ê û Şamê da û destnîşan kir ku niha kar tê kirin da ku Peymana 29’ê Çileyê bi rengekî erênî pêk were.
Di civîna Meclisa Ewlekariyê de diyar kir ku gerek peyman bi giştî û lezgînî pêk were û mafên Kurdan werin parastin û koçber bi cih û warê xwe vegerin.
Her wekî Claudio Cordone daxwaz li aliyan kir ku binpêkirina bişopînin û sûcdaran ceza bikin.
Di heman daxuyaniyê de diyar kir ku beşdariya jinê di hemû astan de, stûna dewletê ye piştgiriya pirrengiyê ye.



